Deng Azad: Di çend rojên borî de, Monomenta Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî li bajarê Viyen a Avusturya ji aliyê çend kesên nediyar ve ket ber êrîşê û monument hat têkdan.
Li gor dauyaniya Komîteya Monumenta Şehîdên Viyena ku kopiyek bo me hatiye şandin, çend roj berî niha Monumenta Dr. Qasimlo û hevalên wî ji aliyê çend kesên nediyar ve ketiye berê êrîşekê û hatiye têkdan. Di dauyaniyê de wiha tê gotin: “Di çend rojên borî de ji aliyê çend kesên nenaskirî ve sîma monumentê bi boyaxê hatiye têkdan.”
Piştî vê bûyerê, Komîteya Monumentê li cem Polîsê Viyenê doz vekiriye. Polîs ji wan re soz daye peydeçûna bike û derbarê çawaniya vê kiryarê de lêkolînê bide destpêkirin.
Herwiha li gor Komîteya Monumenta Şehîdên Viyenê, Beşê Kultûr û Çandê ya Şaredariya bajarê Viyena di nameyeke fermî de ew agahdar kirine ku monumenta wek hemû cîhwarên wî welatî ketiye nav lîsta peykerên wek Che Guivara û wd… û niha şûnde ji aliyê Şaredariya Viyena ve dê were parastin.
Di 17ê Tîrmeha 2010an de, piştî derbasbûna 22 salan bi ser bûyera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, li bajarê Viyenê monumenta wan hat danîn.
Dengê Azad - CAPK – Kurdistan: Ajansa Mukrian a Nûçeyan, ku ligel dehan asteng û pirsgirêkan zêdeyî çar sal bû bêrawestan xebata nûçegihaniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê dikir, hat qedexekirin û hemû arşîva wê ya çend salên borî jî hat jinavbirin.
Ajansa Mukrian a Nûçeyan, bo hemû Kurdan bi taybet rojnamevan û çalakvanên siyasî û sivîl û civakî li Rojhilatê Kurdistanê û derveyî welat jî naveke naskirî ye. Ji bihara 2006an pêde ligel ku rêveberên wan hatin binçavkirin û ji aliyê rayedarên Komara Îslamî ya Îranê sedan asteng û kosp ji wan re hatin pêkanîn, lê bê rawestan nûçe û agahî derbarê bûyerên Rojhilatê Kurd diweşandin.
Li gor agahiyên Ajansa Mukrian a Nûçeyan, mixabin Ajansa han a Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê jî dat daxistin û hemû arşîva wê ya çend salî ji aliyê berpirsên Komara Îslamî hat jinavbirin.
Rojnamevan Xusro Kurdpûr rêveberiya Ajansa Mukrian a Nûçeyan dikir û derbarê daxistina ajansa wan daxuyaniyek çapemeniyê belav kir û tê de bi berfirehî balê dikşîne ser asteng û pirsgirêkên ku ji aliyê karbidestên Komara Îslamî ji wan re hatine pêkanîn û di encam de ajansa wan a nûçegihaniyê qedexe kirin û arşîva wê ya çend salî jî ji nav birine.
Her ku diçe dorpêç û sezayên navdewletî yên li ser Îranê zêde dibin û bi vî awayî jî Îran rastî kirîzeke kûr a aborî hatiye. Çalakvanekî Kurd dibêje: “Divê hikûmeta Îranê wiha siyasetê bike ku neçe pêşwazîkirina boykut û dorpêçan.”
Di Hezîrana îsal de, Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekgirtî (NY) li ser bernama gumanbar a atomî ya Îranê, çaremîn biryarnama xwe ya cezayan li dijî Îranê da ku armanc zêdetirkirina dorpêçên aborî li ser wê bû. Di Tîrmehê de jî Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ambargoyên gelek dijwar beramber Îranê ragehandin. Ev seza zêde di warê enerjî û gaz û sîstema bankî de ne. Yekemîn car e ku YE ceza û dorpêçên wiha giran beramber welatekê derdixe. Piştre jî welatên Kanada, Ustraliya û Japonê jî cezayên yekalî li dijî Îranê îlan kirin.
Herçiqas rayedarên Komara Îslamî ya Îranê derbarê van ambargoyan de diyar dikin, ev sezayên navdewletî nikarin bandorê bikin ser pîşesaziya petrol, gaz û enerjiya Îranê, lê di vê dema kurt de ku ceza û dorpêçên nû li dijî Îranê hatine meşandin, kirîza aborî ya Îranê kûrtir bûye, giranî û enflêasyona aborî zêde bûye û hilberîn û projeyên mezin hatine rawestandin. Wek nimûne, di vê dema dawî de buhayê petrolê çend qatan zêde bûye û niha xelkê Îranê bi giştî nîgeranê jiyan û dahatûya xwe ne û zêde tirsa tevlihevbûna rewşa welat heye.
Çavdêrê siyasî û nûnerê berê yê bajarê Pîranşarê li Parlamana Îranê Hasil Dase, daxwiyaniyek da û diyar kir, divê hikûmeta Îranê wiha siyasetê bike ku neçe pêşwazîkirina boykut û ambargoyan: “Divê siyasetvanên Îranê bi awayekî tevbigerin ku cihan wê hestê neke yan rojevê wiha şirove neke ku Îran di rûyê cîhanê de sekinî ye. Loma divê xwe ligel civata navdewletî û welatên cîhanê biguncîne.”
Ew cezayên navdewletî hemû bi hesaba xelkê Îranê kuta dibin, bi taybet xelkê hejar û belengaz. Nûnerê berê yê bajarê Merîwan û Sewlava li Parlamana Îranê Ebdula Suhrabî, dide zanîn, cezayên navdewletî li dijî Îranê bandoreke rasterast kirine ser jiyana gel û wiha axifî: “Em bandora van ambargoyan di hemû warên jiyana rojane ya xelkê sernaserê Îran û Kurdistanê de bi eşkere dibînin.” Suhrabî tekez kir, lê ceza û amabargoyên vê dawiyê li dijî Îranê bandora rasterast kirine ser rewşa aborî û jiyana xelkê û xelkê Rojhilatê Kurdistanê mil bi milê xelkê din ê Îranê ligel van guşaran rûbirû bûye.
Hasil Dase bi eşkere got, nabe tevger û karê siyasetvanan bandoreke xerab liser xelkê bikin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Mixabin bandoreke xerab a aborî ya ceza û boykutên ser Îranê li ser jiyana xelkê heye û di van du mehên dawiyê de bandorên han li sernaserê Îranê û bi taybet jî li Kurdistanê eşkere tên xwiyakirin.” Ambargoyên aborî zêde di warê sotemeniyê de bandora xwe kiriye û buhayê şewatê jî bi awayekî berçav zêde bûye; bo mînak buhayê lêtreke benzînê gihaye 400 tûmen û tê çaverêkirin bigihe 800 tûmenan jî.
Di vê derbarê de Dase da xwiyakirin: “Nirxê her tiştekê zêde bûye û giranî gelek berçav e, şiyana kirîna xelkê kêm bûye, bêkarî zêde bûye, kar û çalakiyên sektora taybet kêmtir bûne, budçeya projeyên avedankirin û xizmetguzariyê pir kêm bûye, heta bandor li warê turîstê jî kiriye.” Bi baweriya çalakvanê siyasî Hasil Dase, ambargoyan bandoreke rasterast li ser rewşa civakî ya xelkê Îran û Kurdistanê jî kiriye û nerînên xwe wiha anîn ziman: “Ger dewlet giringiyê nede warê aborî, zext û guşarên civakî ser dewletê dê zêdetir bin û rêjeya nerazîbûnê jî wê bêtir derkeve holê.”
Karbidestên Îranê berdewam li ser vê yekê tekez dikin ku ew ceza û dorpêçên navdewletî bandorê nakin ser rewşa aborî ya xelkê Îranê, lê li gor Hasil Dase: “Ez rewşa civakê berevajî wan daxuyaniyan dibînim ku rayedarên hikûmeta Ehmedînejad radigehînin. Di hemû cîheke giştî de, di nav otombîl, taksî, mêtro, tren, zanîngeh û kom û civînan behsa pirsa aborî û giraniyê tê kirin; heta di rêûresmên behî û sersaxî û dawet û şahiyan de jî her behsa vê pirsgirêkê tê kirin.”
Dengê Azad - Rûdaw: Tehran: Rojnama Fransî ya Figaro raporek derbarê nerazîbûna hinek kesayetiyên çandî û wêjeyî û wergirên Xelata Aştî ya Nobelê derbarê cîbicîkirina biryara kevirbarankirin û darvekirina Sekîne Mihemedî Aştiyanî ku biryar e di dahatûyeke nêzîk de were ricimandin, weşand û bal kişand ser pêvajoya recimkirina girtiyan li Îranê.
Rojnama Figaro diyar dike, di 30 salên borî de 150 biryarên darvekirinê li Îranê hatine cîbicîkirin û niha jî 8 jin û 3 mêr bi kevirbarankirinê hatine mehkûmkirin.
Li gor qanûnên Îranê jinên ku li derveyî zewacê peywendiyên sekî bi mêrekî din re dirust bikin, tên kevirbarankirin. Piştî 32 salaln niha jî ew ceza û biryar li Îranê tê bicîhanîn û zêde jin û herwiha hinek mêr jî tên kevirbarandin. Vê dawiyê kampanyayên berfireh bo rakirina qanûna kevirbarankirinê li Îranê hatine destpêkirin.
Dengê Azad - Rûdaw: Yekem jina Kurd a bajarê Mehabad li Rojhilatê Kurdistanê bo cara yekemîn di dîrokê de çû ser bilindahiyên çiyayê Hemalaya û piştî vê serkeftina wê ya mezin vegeriya Mehabadê û bi coş û germî hat pêşwazîkirin.
Beyane Fazilî (23) daniştvana bajarê Mehabadê ye û ji malbateke werzişvan ji dayîk bûye. Beyane endama Civata Alîgirên Oraz a Mehabadê ye. Civata Oraz li ser navê çiyavanê navdar ê Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Oraz hatiye avakirin ku navbirî sala 2003an li çiyayê Hemalaya jiyana xwe ji dest da.
Ev 8 sal in Beyane Fazilî sporta çiyavaniyê dike û 4 sal dibe bi awayekî pîşeyî vê werzişê dimeşîne. Beyane 18ê Tîrmeha 2010an ligel grubeke din a çiyavanan bo Hemalaya hat şandin û karîbû bigihe bilindahiya Nan Pick a ku 7 hezar û 135 metroyan dirêj e û li Hindistanê cih digre.
Beyane Fazilî roja yekşem 15ê Tebaxa 2010an piştî vê serkeftina mezin ji aliyê hezaran kes ji xelkê Mehabadê ve hat pêşwazîkirin.
Dengê Azad - Rûdaw: Di bûyereke ecêb û neçaverêkirî de, ava Gola Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê rengê xwe guherand û niha rengê wê sor bûye. Karnasên jîngehê sedemên vê yekê bi awayên cuda şirove dikin, lê bi vê diyardeya nû nîgeranî derbarê karesatên jîngehê di vê deverê de zêde bûne.
Ava Gola Urmiyê bi şorbûna xwe bi nav û deng e. Lê ji destpêka Tebaxê rengê golê hêdî hêdî sipî û şîn bûye û piştre sor bûye, lê di rojên borî de zêdebûna rêjeya sorbûna ava golê bala her kesî, bi taybetî parêzvanên jîngehê ber bi aliyê xwe kişand.
Derbarê sedemên sorbûna rengê ava Gola Urmiyê nerînên cuda tên ragehandin, lê berpirsên Rêxistina Parastina Jîngeha Parêzgeha Urmiyê hatine rasipartin ku sedemên sereke yên vê diyardeyê herî zû destnîşan bikin û kirîz were çareserkirin. Lê piştî derbasbûna du hefteyan bi ser wê kirîzê, hê lêkolîn berdewam in. Dr. Hucet Cebarî yek ji rêveberên vê projeyê diyar kir, emê encamên sedema sorbûna ava Gola Urmiyê di hefteyên dahatû ji raya giştî re eşkere bikin.
Gola Urmiyê di salên borî de ligel gelek belayên siruştî û mirovî rûbirû ye û bi baweriya karnasan gol niha bêhnên xwe yên dawiyê dikşîne û ber bi ziwabûnê diçe. Çêbûna vê diyardeyê xelkê deverê û parêzvanên jîngehê bi ciddî nîgeran kiriye. Çavkaniyên herêmî eşkere dikin, ev diyardeya Gola Urmiyê ji du mehan berî niha destpê kiriye û di salên berê de jî bi kêmî dihat dîtin, lê berpirsyar di vê debarê de gelek xemsariyê dikin.
Karnas sedemên sereke yên sorbûna ava Gola Urmiyê zêdebûna xwê di nav ava golê de, kêmbûna ava şîrîn, hişkesaliya salên borî û germbûna hewayê dibînin.
Sorbûna ava Gola Urmiyê destpêkê ji beravên Gola Urmiyê li kêleka bajarê Tewrêzê destpê kir û hêdî hêdî hemû rengê ava golê bi xwe re guherand.
جارێکێ تر شیانی هێڕش بردنه سهر ئێران له لایهن ووڵاته یهکگرتووهکان و ئیسرائیلهوه له میدیاکانی دهرهوه زۆرتر بوهتهوه.ئازاد کوردی ڕۆژنامه نووس و ئهندامی بهڕێوهبهرایهتی کۆمهڵگای ئاشتی و پهرهپێدانی کوردستان له ههڤپهێڤینکدا لهگهڵ بهشی کوردی دهنگی ئهمریکا دهڵێت دهمێکه ئهو دهنگ و باسانه له ئارادایه و له ماوهی دوو ساڵی رابوردوودا زۆر جار له لایهن کاربهدهستانی ئیسرائیل و ئهمریکاوه دووباره کراونهتهوه و ئهمجارهش لهو باوهرهدام زۆرتر وهکو تاکتیکێکی ڕامیارانهدایه بۆ ترساندنی ئیران و چاوترساندنی دهسهڵاتدارانی ووڵاتهکه بۆ ئهوهی دهست له بهڕنامه ناوکیه گومانلێکراوهنیان ههڵبگرن و دابینکردنی ئهو ئارامیهی که بۆ ناوچهکه و جیهان دا به پێویسته.
Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî zêde tevî grubên Îslamî yên tundrew dibin. Sê ciwanên bajarê Seqiz ku berî demekê peywendî ligel Rêxisitna El-Qaîde çêkiribûn, li Afganistanê hatin kuştin. Civaknasekî Kurd dibêje: “Grubên Îslamî yên tund û selefî bi awayekî berfireh li Seqizê çalakiyan lidar dixin.”
Ew hersê ciwanên 19 salî ji malbatên Gulistanî, Bîglerî û Kerîmpûr ên Seqizê ne ku bi armanca cîhad (li ser riya xwedê şerê pîroz) û şerkirin ligel hêzên Amerîka demek bû çûbûn Afganistanê û li wir jî hatin kuştin. Malbatên van hersê ciwanên ku nû hatine kuştin, dixwazin li dijî çend meleyên Seqizê dozê vekin.
Sala borî jî ciwanekî bajarê Seqizê bi navê Silêman Ehmedî li Afgansitanê hat kuştin. Berî sê salan jî ciwanekî din bi navê Omer li bajarê Romadiye yê Iraqê xwe bi hêzên Amerîka de teqand.
Tevî ku jimareke zêde ya grub û saziyên olî li Rojhilatê Kurdistanê hene, lê di çend salên borî de hinek ciwanên vî parçê Kurdistanê bi mebesta tevlîbûna ligel grubên Selefî û saziyên Îslamî çûne welatên Afganistan, Pakistan, Çîçanistan û Iraqê.
Civaknasê ji bajarê Seqiz Xalid Tewekulî, sedema tevlîbûna van ciwanan bo Grûbên Selefî bi pirsgirêkên civakî wek bêkarî, bikaranîna madeyên hoşber û hejarî, pirsgirkêa nasnameyê ve girêdide û wiha daxife: “Ev dibin sedem hêzên tund ên Îslamî xurt û zêde bin. Di salên borî de, beşek ji van Grûbên Selefî hatine Seqizê û dest bi çalakiyan kirine û beşeke zêde ya ciwanan ber bi aliyê xwe ve kişandine.”
Tewekulî wiha domand: “Ew grûbên li derdora bajarê Seqizê karê rêxistinê dikin û zêde şevan çalakiyan dimeşînin û di warê bîrdozî û zehnî de waneyan ji ciwanan re dibêjin.”
Rûdawê peywendî ligel buroya Qaîmmeqamiya Seqizê kir, lê kes ne amade bû derbarê kuştina wan sê ciwanan de biaxife.
Li gor agahiyan, ew grûb bi awayekî azad karê rêxistinê dikin û çalakiyan jî birêve dibin, malbatên Kurd ji ber rakişandina zarokên xwe ji aliyê van grûbên tundrew nîgeran in.
Endamê Komîta Navendî yê Komela Zehmetkêşên Kurdistanê Aram Muderisî, eşkere kir, ew grûbên Selefî ku li Rojhilatê Kurdistanê peyda bûne, beşek ji liqa El Qaîdeyê ne ku li Iraqê çalak bû, lê piştî vê yekê sala 2003an ji aliyê Hêzên Pêşmerge û Hêzên Amerîka êrîşê ser wan hat kirin û li Başûrê Kurdistanê neman, bingehên xwe veguhastin Kurdistana Rojhilat, Muderisî wiha got: “Komara Îslamî ya Îranê rasterast alîkariya lojestîkî, aborî û manewî ji wan grûban dike.”
Muderisî diyar kir, agahiyên wan hene ev grub li kîjan deverên Rojhilatê Kurdistanê bicih bûne û çawa hevkariya wan tê kirin û ragehand: “Wê Grûba Selefî ya tundrew nêzîkî 10 salan dibe li hinek bajarên Rojhilatê Kurdistanê nemaze li taxên hejaran derketine.”
Bi baweriya Muderisî, Komara Îslamî bi armanca lawazkirina tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd li rojhilat hewl dide wê grûba Îslamîst a tundrew bihêz bike û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Ew ne veşartî ne, ne bi eşkere jî çalakiyan rêve dibin, lê kes rê li ber wan nagire. Di mizgeftan de bi helkeftên cuda civînên mezin lidardixin.”
Aram Muderisî ji Rûdawê re da xwiyakirin: “Berî heft salan vê grubê 10-15 zarokên 9-15 salî li bajarê Bokan birin Belûçistanê û li wir veguhastin Pakistan û Afganistanê û perwerdeya taybet bi wan dabûn kirin. Destpêka derketina vê grubê li rojhilat bi dijberîkirina tund a Hikûmeta Herêma Kurdistanê destpê kir û niha jî bi awayekî rasterast wê neyariyê didomînin.”
Mamostayên olî li rojhilat dijî vê gruba tund in û bi hemû awayekî nerînên wan red dikin. Meleyê mizgefta Nûr a bajarê Urmiye, Seîd Babaseferî got: “Îslam bi tundî dijî kuştin, xwekujî, teror û zerermendkirina mirovane. Berî çend salan nerînek wiha li cem hinek ciwanên Urmiye jî peyda bûbû, lê me şîret kirin û dest ji wî karî berdan û tevlî wan gruban nebûn.” ‘Rûdaw’
Dengê Azad: Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê (RMMK) Îclal Qewamî, doh 2ê tebaxa 2010an, derbarê rewşa nebaş a Mihemedsidîq Kebûdvend di Girtîgeha Êvîn a Tehranê de, nameyek ji Serokê Dezgeha Dad a Îranê Sadiq Larîcanî re şand û hişyarî da navbirî û daxwaz dike mafên wî girtiyê siyasî û serokê girtî yê wê saziyê bên liberçavgirtin.
Sekretariyeta Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê ku deqa nameya Berdevkê RMMKê Îclal Qewamî û kopiyek ji Rûdawnetê re şandiye, tekez dike ku liberçavgirtina mafên girtiyan yek ji pîvanên giring û naskirî yên navnetewî bo nîşandana hebûna sîstema adîlane ya dadê di hemû welatekê de tê hesibandin. Piştre dide zanîn, liberçavgirtina mafên neyaran bi taybet girtiyên siyasî û ramanê dikare biselimîne ku desthilatdarên welat çiqas dad û wekheviyê diparêzin.
Di berdewamiya nameya xwe de bo Larîcanî, Îclal Qewamî balê dikşîne ser meşandina standard û pîvanên navneteweyî yên parastina mafên girtiyan û malbatên wan û daxwaz dike ku hikûmeta Îranê jî li gor wan tevbigere. Bi taybet li gor Peymana Mafên Sivîl û Siyasî ya Navnetewî ku NY di sala 1966an de pejirandiye.
Di dawiya nameyê de, Berdevkê RMMKê, derbarê rewşa xerab a Mihemedsidîq Kebûdvend hişyarî dide Serokê Dezgeha Dad a Îranê ku bi tawana avakirina saziyeke sivîl û mafê mirovan ku bi 10 sal û 5 meh cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin û nêzîk 4 sal dibe di Girtîgeha Êvîn a Tehranê de hatiye ragirtin. Di nameyê de hatiye gotin, di van 4 salan de ku Kebûdvend di girtîgehê de bûye, 3 car rastî kirîza dil hatiye û çend nexweşiyên din ên hundir tendurustiya Mihemedsidîq Kebûdvend dijwar kirine. Lê mixabin heta niha tu tedbîrek bo tedawîkirina Serokê RMMKê yê girtî nehatine liberçavgirtin.
Berdevkê RMMKê daxwaz dike, Kebûdvend bi mebesta tedawîkirinê bo derveyî girtîgehê bê şandin û mafên wî wek girtiyekî siyasî li gor qanûnên navneteweyî yên mafê mirovan were bicîhanîn.
Dengê Azad: Civata Çandî û Wêjeyî ya Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê, semînareke dû rojî bi navê ‘Analîzkirina helbesta nû ya Kurdî’ lidar dixe û wêjevanên rojhilat li hev dicivîne.
Civata Çandî û Wêjeyî ya Merîwanê, di navbera rojên 16 û 17ê Texaba 2010an de, li hola giştî ya civatê semînara ‘Analîzkirina helbesta nû ya Kurdî’ lidar dixe. Semînar li ser 14 mijarên derbarê aliyên cor bi cor ên helbesta nû ya Kurdî tê amadekirin.
Biryar e berhemên hilbijartî yên nivîskaran bên xelatkirin.
Tê çaverêkirin, gelek nivîskar û wêjevanên Rojhilatê Kurdistanê di wê semînarê de bên ca hev û li ser mijara helbesta nû a nû nîqaş bikin.
Civata Çandî û Wêjeyî ya Merîwanê hemû salê çend konferans û semînarên çandî û hunerî lidar dixe û yek ji saziyên herî çalak ên çandî û wêjeyî li Rojhilatê Kurdistanê ye. Bangewaza semînarê di malpera Civata Çandî û Wêjeyî ya Merîwanê de bixwînin:
Dengê Azad: Şeva sêşem 3ê Tebaxa 2010an, di naweçeya Alan a bajarê Serdeşt li Rojhilatê Kurdistanê de, hêzên Komara Îslamî ya Îranê êrîş kirin ser kasibkarên gundê Sinco û di encam de 7 kes hatin birîndarkirin ku jinek û zarokek jî di nav birîndaran de ye.
Li gor agahiyên malpera Rojhilattimes, şeva sêşem 3ê Tebaxa 2010an hêzên Komara Îslamî ya Îranê êrîş kirin ser kasibkarên gundê Sinco li naweçeya Alan a bajarê Serdeşt li Rojhilatê Kurdistanê û di encam de teqe ji kasibkarên gund dikin û 7 kes birêndar dibin ku birînên 4 kesan pir dijwar in. Di nav birîndaran de jinek û zarokek jî heye. Piştî ku birîndarên bûyerê rakirina Nexweşxana Serdeştê, ji ber dijwarbûna birînên wan 4 birîndar bo tedawîkirinê rakirin nexweşxaneyeke bajarê Mehabadê.
Piştî wê reftara hêzên Îranê ligel kasibkarên gundê Sinco ku hemû welatiyên sivîl bûn, gundî êrîşê dikin ser binkeya leşkerî ya hêzên Îranê û dişewitînin. Di encam de sê hêzên dewletê jî tên birîndarkirin.
Navên birîndarên vê bûyerê ku hemû welatiyên sivîl in, ev in: Meryem Mihemedpûr (jin), Mihemed Ezîziyan, Şaho Mihemedî, Reuf Mihemedpûr, Ebdulyê Simayîlaxa û Salihê Mihemehê Mam Qadir (zarok).
Sala borî jî zêdeyî 100 kasibkarên Kurd li ser sînoran bi sedema êrîşa hêzên Komara Îslamî ya Îranê hatin kuştin û dehan kes jî birîndar bûn.
Dengê Azad: Jineke Kurd ya Rojhilatê Kurdistanê di nav wan 42 kesan de cîh digre ku wek wergirên Xelata Helman Hemt a Human Rights Watch a sala 2010an hatin ragehandin.
Saziya Human Rights Watch di daxwiyaniyekê de ragehand, çalakvana Kurd a mafê jinan li Îranê Perwîn Erdelan ligel 41 nivîskar û rojnamevanên din ji 20 welatên cîhanê Xelata Helman Hemt a sala 2010an wergirtine.
HRWê di daxwiyaniya xwe de diyar dike, Xelata Helman Hemt ji 42 nivîskar û rojnameger ji 20 welatên cîhanê hatiye dan, lê ji ber pirsgirêka ewlekariyê tenê navê 30 kes ji wergirên xelatê eşkere dike.
Perwîn Erdelan rojnamevan û çalakvana mafê jinan li Rojhilatê Kurdistanê, yek ji avakerên Navenda Rewşenbîrî ya Jinan li Rojhilatê Kurdistanê ye û herwiha damezrênereke Kampanya Yek Milyon Îmzayan e ku armanca wê guherîna qanûnên Îranê û wekheviya mafê jin û mêran e. Erdela sala 2007an jî xelata Olaf Palme li Swêdê wergirt, lê wê demê rayedarên Komara Îslamî rê nedan Perwîn Erdelan serdana Swêdê bike û xelatê bistîne.
Perwîn Erdelan ji ber xebatên xwe di warê mafê mirovan de çend car hatiye binçavkirin û ketiye ber lêpirsînê.
Xelata Helman Hemt ji wan nivîskaran re tê dan ku ji ber nerînên cuda û dijber û herwiha rexnegirtin ji karbidestên hikûmetê rastî cezayan dibin û di jêr guşaran de kar dikin û tên êşandin. Xelata han ji sala 1990an şûnde tê dan û heta niha zêdeyî 600 nivîskaran ji 91 welatên cîhanê ev xelat wergirtine.
Dengê Azad: Civata Kesk a Çiya ku saziyeke ne dewletî ya parastina jînegehê li Merîwanê ye, ragehand di encama agirberdanên îsal li daristanên bajarên Merîwan û Sewlava de, zêdeyî 600 hektar ji daristanên wan dû bajaran hatine şewitandin.
Civata Kesk a Çiya di daxwiyaneiyekê de ku kopiyek ji bo Rûdawnetê hatiye şandin, eşkere dike, di destpêka îsal de heta niha bi sedema agirbedana daristanên bajarên Merîwan û Sewlava, zêdeyî 600 hektar ji daristanên wan dû bajarên Rojhilatê Kurdistanê di nav agir de hatine şewitandin.
Civata Çiya dide xwiyakirin: “Tenê di di hefteya borî de, 26 bûyerên agir li wan dû nawşeyan çêbûne û di encam de 6 hezar hektar ji daristan hatine şewitandin.
Li gor daxwiyaniya herî nû ya Civata Kesk a Çiya, ji ber agirberdanan, dar û giyayên daristanan bûne rejû û zererên zêde gihane jîngeha Rojhilatê Kurdistanê.
Hêz û saziyên parêzerên jîngehê li rojhilat, nigeranê şewitandina daristanên wê parçeyê Kurdistanê ne û berpirs û dezgehên dewletê di vê derbarê de xemsar dizanin û rexneyên rûbirûyê war dikin.
Pirsgirêka kêmabûna ava Gola Urmiyê di salên borî de bûye kirîzeke mezin a jîngehê. Ji ber hişkesaliya salên borî, zêdebûna pila germbûan hewa û zêdbûna zeviyên çandiniyê û bikaranîna ava çemên dirijin nav golê û heriah çêkirina bê bername ya bendavan, bûye sedem ku 25 hezra hektar ji erdên derdora Gola Urmiyê bibe şorax.
Dengê Azad: Serokê Îranê Elî Xameneyî derbarê fêrbûna muzîkê de ragehand ku muzîk ligel armancên Şoreşa Îslamî ya Îranê nagunce û nabe ciwan hewl bidin fêrî muzîkê bibin.
Bultena Xwendekarên Îranê di raporekê de eşkere kir, di civînekê de ku komek xwendekar têde beşdar bûn, ciwanekî 21 salî ji Serokê Îranê Xameneyî dipirse; dixwazim fêrî lêxistina sazê bibim, lê hez dikim nerîna te (Xameneyî) di vê derbarê de bizanim? Xameneyî jî wiha bersiv dide: “Bi giştî fêrbûn û fêrkirina muzîkê û hemû aliyên wê bi taybet lidarxistina kursên taybet bo fêrkirina muzîkê, herçiqas jî helal bin, lê ligel armancên bilind ên Şoreşa Îslamî ya Îranê naguncên û pêwîst e ciwanên me dest ji muzîkê berdin.”
Hêjayî gotinê ye, Komara Îslamî ya Îranê xebatên hunerî yên muzîkê di civakê de asteng dike û tenê hinek parçe muzîkên taybet yên olî azad in. Hemû xebatên hunerî û muzîkê di Îranê de veşartî ne û ciwan û hunermend bi nehênî fêrî muzîkê dibin. Derhênerê Kurd Behmen Qubadî jî ew pirsgirêk kiriye mijara filma xwe ya dawî. 'Rûdaw'
Dengê Azad : Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê (RMMK) Îclal Qewamî, doh 2ê tebaxa 2010an, derbarê rewşa nebaş a Mihemedsidîq Kebûdvend di Girtîgeha Êvîn a Tehranê de, nameyek ji Serokê Dezgeha Dad a Îranê Sadiq Larîcanî re şand û hişyarî da navbirî û daxwaz dike mafên wî girtiyê siyasî û serokê girtî yê wê saziyê bên liberçavgirtin.
Sekretariyeta Rêxistina Mafê Mirovan li Kurdistanê ku deqa nameya Berdevkê RMMKê Îclal Qewamî û kopiyek ji CAPKê re şandiye, tekez dike ku liberçavgirtina mafên girtiyan yek ji pîvanên giring û naskirî yên navnetewî bo nîşandana hebûna sîstema adîlane ya dadê di hemû welatekê de tê hesibandin. Piştre dide zanîn, liberçavgirtina mafên neyaran bi taybet girtiyên siyasî û ramanê dikare biselimîne ku desthilatdarên welat çiqas dad û wekheviyê diparêzin.
Di berdewamiya nameya xwe de bo Larîcanî, Îclal Qewamî balê dikşîne ser meşandina standard û pîvanên navneteweyî yên parastina mafên girtiyan û malbatên wan û daxwaz dike ku hikûmeta Îranê jî li gor wan tevbigere. Bi taybet li gor Peymana Mafên Sivîl û Siyasî ya Navnetewî ku NY di sala 1966an de pejirandiye.
Di dawiya nameyê de, Berdevkê RMMKê, derbarê rewşa xerab a Mihemedsidîq Kebûdvend hişyarî dide Serokê Dezgeha Dad a Îranê ku bi tawana avakirina saziyeke sivîl û mafê mirovan ku bi 10 sal û 5 meh cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin û nêzîk 4 sal dibe di Girtîgeha Êvîn a Tehranê de hatiye ragirtin. Di nameyê de hatiye gotin, di van 4 salan de ku Kebûdvend di girtîgehê de bûye, 3 car rastî kirîza dil hatiye û çend nexweşiyên din ên hundir tendurustiya Mihemedsidîq Kebûdvend dijwar kirine. Lê mixabin heta niha tu tedbîrek bo tedawîkirina Serokê RMMKê yê girtî nehatine liberçavgirtin.
Berdevkê RMMKê daxwaz dike, Kebûdvend bi mebesta tedawîkirinê bo derveyî girtîgehê bê şandin û mafên wî wek girtiyekî siyasî li gor qanûnên navneteweyî yên mafê mirovan were bicîhanîn. 'Rûdaw'
Dengê Azad: Rewşa kasibkarên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê roj bi roj xirabtir dibe. Doh hêzên Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê li dû xalên ser sînor êrîşî kasibkarên Kurd kirin û di encam de 3 kes kuştin û 8 jî birîndar kirin.
Roja 31ê Tîrmeha 2010an, kasibkarên gundê Kanîreş li quntara Çiyayê Qendîlê li ser deverên sînor, ketin ber êrîşa hêzên Pasdarên Îranê. Di encam de, 2 kasibkaran jiyana xwe ji dest dan û 8 kesên din bi dijwarî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji herêmê gihane Rûdawnetê, cenazên dû kasibkarên kuştî di qada mayînan de bicîh mane û hêzên Îranê rê nadin cenazeyên kuştiyan bo gundê wan veguhêzin. Di demekê de ku ev navçe di nav sînorê Herêma Kurdistanê de ye.
Hêjayî gotinê ye, roja pênceşma borî jî kasibkarekî Kurd ê bajarê Selmas hat kuştin û 12 kes jî hatin binçavkirin û sedan hesp û dewarên kasibkaran li çend bajarên cuda yên rojhilat ku buhayê her yekî/ê ji wan zêdeyî 1000 dolar e, kuştine. "Rûdaw"