Dengê Azad- Rûdawnet: Weşana Mehnama Kurdî û Farsî ya Sirwe piştî 25 sal û belavbûna 281 jimaran hat ragirtin.
Rêveberê Giştî yê Kovara Sirwe Bêhruz Caferî, di hevpeyvînekê de ligel Ajansa MEHR a Nûçeyan, sekinandian weşana Kovara Sirwe piştrast kir û sedema wê jî pirsgirêka darayî da zanîn.
Bêhruz Caferî eşkere kir, Sirwe di salên borî de bi ked û zehmeta hinek evîndarên wêje û çanda Kurdî dihat rêvebirin û xerca çapkirina kovarê jî li stoyê wan bi xwe bû.
Hêjayî gotinê ye, Kovara Sirwe 25 sal e bi Kurdî û Farsî li Rojhilatê Kurdistanê weşanê dike û bi siya Sirwe’yê hezaran kes fêrî xwendin û nivîsîna Kurdî bûne.
No comments:
Post a Comment