Di jiyanê de bi azadî bijîn û bifikirin له ژیاندا به ئازادی بژینو بیر بكهنهوه
Wednesday, April 14, 2010
Li Kirmaşan 3 Çalakvanên Kurd Hatin Girtin
Dengê Azad - Kurdistanmedia: Hêzên Îranê li Parêzgeha Kirmaşan sê çalakvanên siyasî yên Kurd girtin û bo cîhekî ne diyar şandin. Li gor agahiyan, hêzên ewlekariya bajarê Kirmaşan bê destûra dadweriyê sê çalakvanên sivîl bi navên Ebdulhadî, Rostem û Mihemedelî Berzger binçav kirin.
Malpera ‘kurdistanmedia’ eşkere kir ku ew sê çalakvanên sivîl ên bajarê Cuwanro ser bi Parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê ne. Hat zanîn ku hêzên Ewlekariyê êrîş kirin ser mala Xelîl Hemîdî û ji ber ku ne di mala xwe de bû, gef li malbata Xelîl hat kirin.
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment