Dengê Azad: Di berdewamiya greva sivîl û aştîxwazane ya îro 13ê Gulanê li Rojhilatê Kurdistanê, bi armanca rêzgirtin ji şehîdên darvekirî yên 9ê Gulanê li Îranê ku 4 jê Kurd bûn, piraniya dikan û bazarên bajarên Sine, Seqiz, Merîwan, Rebet. Pawe, Şino, Bokan û Mehabadê heta niha daxistî ne.
Mangirtina îro 13ê Gulanê li ser daxwaza çalakvanên siyasî û sivîl li Rojhilatê Kurdistanê û herwiha partiyên siyasî yên Kurd hatiye lidarxistin. Bajar di bin kontrola xurt a hêzên ewlekarî û çekdarên Komara Îslamî ya Îranê de ne.
Hêjayî gotinê ye, mangirtina giştî ya îro 13ê Gulanê bi aramnca nîşandana nerazîbûnê li beramberî kiryara darvekirina 5 girtiyên siyasî li Girtîgeha Êvîn a Tehranê ku 4 jê Kurd bûn, tê lidarxistin.
Dengê Azad: Ligel ku Komara Îslamî ya Îranê hezaran hêz û çekdarên xwe bo bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatien şandin, lê îro sibê mangirtina giştî a sivîl bi mebesta şermezarkirina darvekirina 5 girtiyên siyasî di roja 9ê Gulanê de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê destpê kir.
Ligel ku hêzên çekdar û ewlekarî yên Komara Îslamî di çend rojên borî de gef ji Kurdên Rojhilat xwaribûn ku di mangirtina roja pêncşemê de beşdar nebin, lê îro serê sibê li bajarê Pawe ser bi Parêzgeha Kirmaşan û bajarokê Şimşêr dikan û bazar hatin daxistin, karmend û kedkar neçûn ser karên xwe.
Hêjayî gotinê ye, li bajarên din ên Rojhilat jî mangirtina giştî destpê kiriye.
Wêne yên îro 13ê Gulana 2010an li Pawe û Şimşêrê ne.
Dengê Azad: Piştî civînên nerazînûnê yên rojên duşem û sêşem ên vê hefteyê ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Peyam Nur a bajarê Merîwanê vexwendina gel bo beşdarîkirina di greva giştî û nerazîbûan sivîl ya roja 13ê Gulanê de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, 15 xwendekarên Kurd ên keç û xort li Merîwanê ji duh heta îro hatine binçavkirin. Xwendekarên binçavkirî bo cîheke nediyar hatien şandin û heta niha navê wan nehatiye zanîn.
Komeleya Mafê Mirovan li Îranê diyar kir, Îdareya Ewlekarî ya bajarê Merîwanê bi riya telefonê peywendî ligel piraniya xelkê çêkirine û gef ji wan xwarine eger di mangirtina giştî ya roja pêncşem 13ê Gulanê de beşdar bibin û di vê debarê de hewldan û çalakiyan bimeşînin, divê li benda encamên nebaş bin.
Li gor çavkaniyan, li bajarê Merîwanê jî wek gelek bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê rewşa enasayî û leşkerî hatiye ragihandin û bajar bi tevahî di bin kontrola hêzên Ewlekarî û Sipaha Pasdaran de ye
Dengê Azad: Komek ji xwendekar û akademîsyenên Kurd ên zanîngehên seranserê Îranê, bi taybet zanîngehên bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi weşandina daxuyaniyan, piştgiriya xwe ji greva nerazîbûn û protestokirina li hemberî darvekirina 5 girtiyên siyasî ku 4 jê Kurd bûn, ragehandin.
Xwendekarên Kurd ên çend zanîngehên Tehranê, zanîngehên bajarên Şîraz, Sarî, Meşhed, Isfehan, Kirman, Zahidan, Hemedan, Zencan, Qezvîn, Sine, Tewrêz, Urmiye, Kirmaşan, Îlam, Mehabad, Seqiz û çend bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek dan çapemeniyê û piştgiriya xwe ji mangirtina giştî ya roja 13ê Gulana 2010an ragehandin.
Di beşek ji wê daxuyaniyê de, xwendekarên Kurd piştî ku xem û kovana xwe ji îdamkirina 5 girtiyên siyasî didin xuyakirin sersaxiyê ji malbatan wan girtiyên darvekirî dikin û radigehînin: "Bo rêzgirtin û bibîranîna 5 girtiyên darvekirî yên nemir û nîşandan nerazîbûnê bi biryara darvekirina Îslamî, em di grev û şîna giştî ya roja pêncşem 13ê Gulanê beşdariyê dikin."
Dengê Azad: Karbidestên Dadê û Ewlekariya Komara Îslamî ya Îranê bersiva dawî dan malbatên Kurd ku zaroyên wan roja 9ê Gulanê hatibûn darvekirin û gotin; ‘’ Dê hikûmet bi xwe termên wan veşêre û piştre cîhê veşartina wan ji malbatan re eşkere bike.
Di daxwiyaniyeke taybet de, Xelîl Behramiyan parêzerê sê ji 5 girtiyên siyasî yên ku roja 9ê Gulanê li Tehranê hatin darvekirin, ragehand: "Doh sêşemê navendên dad û ewlekariya Komara Îslamî bersiva dawî dan me û gotin em bi tu awayekî cenazên girtiyên darvekirî radestî malbatên wan nakin. Hikûmet dê bi xwe wan veşêre û piştre cîhê veşartina wan bo malbatan eşkere bike."
Xwîşka girtiyê siyasî yê Kurd Ferzad Kemanger, Şîrîn Kemanger jî nûçeya han piştrat kir û wiha axivî: "Em malbatên her 5 girtiyên siyasî yên darvekirî hatine Tehranê da meytên xwe werbigrin, lê mixabin heta niha bersiva wan her nigatîv bûye."
Şîrîn Kemanger sedema vê biryarê jî bo karbidestên hikûmetê li Parêzgeha Sine vegerand û got: "Îdareya Ewlekarî ya Sine rê nade ku meytên girtiyên darvekirî bo Kurdistanê bên vegerandin. Ew bawer in, eger cenazên girtiyan bînin Kurdistanê dê serhildan çêbibe û kontrol ji destê wan derdikeve."
Herwiha ji ber tirsa nerazîbûna gel malên wan girtiyên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê di bin çavdêriya hêzên ewlekariyê de ne û hatin û çûna wan malan hatiye astengkirin.
Tê xwestin roja pêncşem, 13ê Gulana 2010an li Rojhilatê Kurdistanê mangirtina giştî ye.
Dengê Azad: Piştî darvekirina 4 girtiyên siyasî li Îranê di roja 9ê Gulana 2010an de, li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê rewşa awarte hatiye ragehandin û Komara Îsalam ya Îranê hezaran çekdarên xwe ji bajarên din ên Îranê şandine bajarên Rojhilatê Kurdistanê.
Ji roja yekşem 9ê Gulana 2010 şûnde li bajarên Sine, Kamyaran, Mehabad, Seqiz, Şino, Pîranşar, Merîwan, Makû, Bokan, Dêwlan, Dîwandere, Urmiye û çend bajarên din ên Rojhilat rewşa awarte hatiye ragehandin û hezaran çekdar û hêzên ewlekarî yên Komara Îslamî di nav gund û bajarn digerin û kontrola bajar dikin. Hêzên dewleta Îranê ji ber tirsa serhildan û nerazîbûnên gelê Kurd bo ketine tevgerê.
Li gor daxwiyaniya çalakvanên sivîl û siyasî li Rojhilatê Kurdistanê biryar bû îro sêşem mangirtina giştî li bajarên Rojhilat bêl lidarxistin, lê mangirtina giştî bo roja pêncşem 13l Gulanê hat paşdexistin. Ji ber ku îro jî piraniya partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê daxwiyanî dan û daxwaz dikin roja pêncşem, 13ê Gulana 2010an, bibe roja mangirtina giştî li hemû Rojhilat. Rojnameger û çalakvanên sivîl û siyasî li hundirê Rojhilatê Kurdistanê jî biryara mangirtina îro sêşemê bo roja 13ê Gulanê paşdexistin.
Derbarê anîna hêz û çekdarên zêde bo bajarên Kurdistanê, endamê Polîtbroya PDKÎ Rustem Cehangîrî bo Rûdawnetê ragehand: “Berî darvekirina wan 5 girtiyên siyasî ew hêz hatibûn amadekirin ku bişînin bajarên Rojhilatê Kurdistanê, lewra ji roja yekşem 9ê Gulanê şûnde dewletê ew hêzên amadekirî şandin bajarên Rojhilatê Kurdistanê.”