Tuesday, May 11, 2010

Xuşk û Diya Şîrîn Elemholî Hatin Binçavkirin

Dengê Azad: Îro serê sibê, 11ê Gulana 2010an, xwîşk û dayika Şîrîn Elem Holî, girtiya siyasî ya ku roja 9ê Gulanê ligel 4 girtiyên din ên siyasî li Tehranê hat darvekirin, ji aliyê hêzên Ewlekariya Îranê ve li mala xwe li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê hatin binçavkirin.

 
Komeleya Mafê Mirovan li Îranê ragehand ku ev di demekê de ye ku heta êvara roja duşemê haya wan ji darvekirina Şîrîna keça wan tune bû. Parêzerê 3 ji 5 girtiyên siyasî yên darvekirî, Xelîl Behramiyan di daxwiyaniyeke taybet de ragehand ku ligel şopandina berdewam ya malbatên kesên darvekirî, hê cenazên girtiyên darvekirî radestî malbatan nekirine.
Behramiyan wiha axifî: "Nûnerên parlamen û Dozgerê Tehranê razî bûne ku meytê girtiyên darvekirî yên roja 9ê Gulanê radestî malbatên wan bên kirin, lê Wezareta Ewlekarî û Îdara Ewlekarî ya Parêzgeha Sine ne razî ye ku cenaze ji malbatan re bên dan.

Malbatên girtiyên darvekirî niha berdewam pirsa wergirtina cenazan dişopînin, lê bi binçavkirina xwîşk û dayika Şîrîn Elem Holî ku yek ji wan 5 girtiyên darvekirî ye, tu garantiyeke van malbatên girtiyan tune.

Malbatên Girtiyên Siyasî Yên Darvekirî Li Tehranê Li Benda Cenazeyan In

Dengê Azad: Malbatên 5 girtiyên siyasî yên darvekirî ku roja yekşem, 9ê Gulana 2010an li Girtîgeha Êvîn a Tehranê hatin îdamkirin û 4 jê wan Kurd in, li Tehranê çaverê wergirtina cenazeyên girtiyan dikin.

 
Piştî belavbûna nûçeyê darvekirina 5 girtiyên siyasî li Îranê ku 4 jê wan Kurd in, malbatên girtiyan roja 10ê Gulanê çûn bajarê Tehranê û serî li sazî û navendên dadê û serdozgeriyê dane, lê bi hincetên cur bi cur hê cenaze ji malbatên wan re nehatine dan. Malbatên girtiyan serdana Girtîgeha Êvînê jî kirin, lê berpirsyarên girtîgehê cenaze radestî malbatên wan nekirin.

 
Li gor qanûnên Îranê, piştî darvekirinê divê cenaze radestî malbatan bên kirin, lê heta niha cenazên wan 5 girtiyên siyasî ku roja 9ê Gulanê hatin darvekirin radestî malbatên wan nehatine kirin. Malbatên girtiyan ragehandin, heta ew cenazyên xwe nestînin, ew ji Tehranê naçin.

Monday, May 10, 2010

Rojnameger û çalakvanên siyasî û sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê, roja 11ê Gulanê wek mangirtina giştî li Rojhilat Ragehandin

Komek ji rojnameger û çalakvanên siyasî û sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê daxwiyaniyek bo raya giştî belav kirin û daxwaz dikin bo rêzgirin û bibîranîn û herwiha şermezarkirina 5 girtiyên siyasî yên Kurd roja sêşem 11ê Gulana 2010an bibe roja mangirtina giştî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê.
Di wê daxwiyaniyê de ku kopiyek bo me hatiye şandin, wiha hatiye ragehandin: "Darvekirina û ji holê rakirina fîzîkî ya jiyana mirovan şêwaza kevin û cezakirinê li cîhana kevin û sedsalên berê yên jiyana civakî ye. Rêvebirina cezayê darvekirin û kuştina neyarên siyasî li Îranê di halekê de tê meşandin ku di civakên modern de cezayên din li cîhê wê tên danîn. Lewra dokumentên navneteweyî yên mafê mirovan napejirînin ku darvekirin bi ser mirovan bê meşandin."
Di berdewamiya wê daxwiyaniya rojnameger û çalakvanên siyasî û sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê de amaje bi pêvajoya darvekirina neyarên dewletê tê kirin û hat ragehandin: "Dewleta Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka desthilata xwe di sala 1979an de, sezayê darvekirinê wek alavek bo jiholêrakirina neyarên siyasî berçav girtiye û ev awayê dijî mirovane bo tunekirina rewşenbîr û çalakvanên siyasî heta îro didomîne."
Daxwiyaniya han balê dikşîne ser wêya ku pêvajoya darvekirina çalakvanên siyasî û sivîl di wan herêman de ku netewên Îranê dijî û cudahiya zimanî û olî bi navendê re hene xurtitr û berfirehtir dimeşe.
Daxwiyaniya rojnameger û çalakvanên siyasî û sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê, mînaka herî dawî ya darvekirina 4 girtiyên siyasî yîn Kurd û girtiyekî din yê siyasî di roja 9ê Gulana 2010an li Girtîgeha Êvîn a Tehranê bibîr tîne û îdamkirina wan pênc girtiyên siyasî wek bûyereke ne çaverêkirî û dijî qanûnên handir û navnetewetî dihesibîne. Daxwiyaniya han destnîşan dike: "Ev darvekirin ku tenê çend meh piştî îdamkirina Êhsan fetahiyan û Fesîh Yasemenî tê meşandin, derdixe holê ku tundûtûjiya dewleta Îranê li dijî welatiyên Kurd bihêztir dibe."
Rojnameger û çalakvanên siyasî û sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê raya giştî hişyar dikin ku jiyana çendîn girtiyên siyasî yên Kurd ên din jî di metirsiyê de ye û radigehînin: "Jiyana jimareyek zêde ji girtiyên siyasî yên Kurd ku ji Dadgehên Komara Îslamî ya Îranê biryara darvekirine wergirtine, di metirsiyeke cidî de ye. Darvekirina berdewam a keç û xortên Kurdan û berfirehbûna tundûtûjî li dijî welatiyên Kurd ji aliyê navend û saziyên ewlekarî û dadwerî yên Komara Îslamî ya Îranê netewa Kurd û hemû wijdanên şiyar birîndar û xembar kiriye."
Di dawiya daxwiyaniyê de tê xwestin roja 11ê Gulanê bibe roja mangirtina gişt li Rojhilatê Kurdistanê: "Di vê rewşa dijwar de, bo pêşîgirtin ji ne dûbarebûna van kiryarên ne mirovane û rêzgirtin ji hestên birîndarbûyî yên netewa Kurd, tê çaverêkirin hemû kesayetî, grûb û komele û saziyên parêzvanên mafê mirovan li hundir û derveyî welat bi taybet rêxistinên mafê mirovan ên navneteweyî li beramberî domkirina van darvekirinan bêdeng nesekinin û nerazîbûnên xwe li dijî van kiryarên cinayetkarane yên karbidestên Komara Îslamî ya Îranê berfirehtir bikin. Em ji gelê bi xem yê Kurd dixwazin roja sêşem, 11ê Gulana 2010an bi helkevta rêûresma sêyemîn roja van şehîdan bi awayekî giştî li bajarên Kurdistanê man bigrin û bi vê riyê bêzarî û nerazîbûna xwe li hemberî vê cinayetê bidin nîşandan û bibin astengek li ser rêya domkirina tundûtûjiya dewletê li Kurdistanê."

Hêviyek zarok û Şagirdên nemir ferzad ku bi cîh nehat.....!

Dengê Azad: Bê şirove; hêviyek zarok û şagirdên nemir Ferzad Kemanger ku bi cîh nehat.....!

Emîn Şebanî: "Divê Li Herêma Kurdan Xwendin Bi Kurdî Be"

Nûnerê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, Emîn Şebanî daxwaziyek raberî Wezîrê Zanist, Lêkolîn û Teknolojî yê Îranê kiriye ku divê li herêmên Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê ji qonaxa navendî heta zanîngehê perwerdeya bi Kurdî be.
Emîn Şebanî ragehand: "Ez bawer im divê li herêmên Kurdan ên Îranê ji qonaxa navendî heta zanîngehê perwerdeya bi zimanê Kurdî be, ji ber ku vêya hêviya kevnar ya xelkê Kurdistanê ye."
Nûnerê Bajarê Sine li Parlamenê Îranê diyar kir, ligel wêya çend sal berî niha soz û biryara perwerdeya bi zimanê Kurdî di Zanîngeha bajarê Sine hatiye dan, lê hê ev biryar bi pratîk nehatiye rêvebirin û di zanîngehên bajarên Kurdistanê de bi zimanê Kurdî perwerde tune.
Lê çalakvanên siyasî û sivîl li Rojhilatê Kurdistanê bawer in, giring ew e ku xwendin û perwerde bi zimanê Kurdî ji dibistanê destpê bike û ew zêdeyî 30 sal e xwendin û perwerde bi zimanê Kurdî qedexe ye.

Dijî Darvekirinan Li Bajarên Rojhilatê Kurdistanê şîn e

Dengê Azad: Îro duşem, 10ê Gulanê li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê şîna darvekirina 5 girtiyên siyasî ye.
Piştî darvekirina 5 girtiyên siyasî ku 4 jê Kurd bûn, jimareyek zêde ji esnaf û çalakvanên sivîl ên herêmên Kurdan bi taybet li bajarên Kamyaran û Sine daxwiyaniyek belav kirin û daxwaz ji gel kirin bi sedema vê bûyerê, di şîna giştî ya îro de li van bajaran beşdariyê bikin.
Çalakvanên sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê ragehandin, ew bi vê tevgera aram û aştîxwazane dixwazin bêzarî û nerazîbûna xwe li beramberî rêvebirina biryara darvekirina van çalakvanên siyasî bidin nîşandan. Çavkaniyên ne fermî radigehînin, dibe îro û rojên dahatû gelek bazarî dikanên xwe bi vê mebestê girê bidin.

Partiyên siyasî û gelek çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê dixwazin li derveyî welat jî çalakiyên şermezarkirinê lidar bixin.

Hêjayî gotinê ye, roja yekşem, 9ê Gulana 2010an 5 girtiyên siyasî Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elem Hulî û Mehdî Îslamiyan li Girtîgeha Êvîn a Tehranê hatin darvekirin.

Sunday, May 9, 2010

5 Girtiyên Siyasî li Îranê hatin darvekirin ku 4 jê Kurd in

Dengê Azad: Ajansên Nûçeyan ên fermî yên Îranê ji zarê Serdozgeriya bajarê Tehranê ragehandin, 5 girtiyên siyasî ku cezayê îdamê wergirtibûn, îro yekşem, 9ê Gulana 2010an hatin darvekirin ku 4 jê Kurd in.

Serdozgeriya Terhranê di daxuyaniyekê de eşkere kir, vê sibê li Girtîgeha Êvîn ya Tehranê ku wek navenda îşkencê tê zanîn, 5 girtiyên siyasî Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elem Hulu û Mehdî Îslamiyan hatin darvekirin.

Rapora Serdozgeriya Giştî û Dadgeha Şoreş a Tehranê diyar dike, di dema rêveçûna biryara îdamkirian wan pên girtiyand e, ji cxeynî nûnerê Dozegeriyê, Parêzerê girtiyan jî li wir amade bûye. Lê Xelîl Behramiyan, Parêzerê Kemanger jî, îro sibê daxuyaniyek da çapemeniyê û ragehand: "Haya wî ji darvekirina wan kesan tune". Ez derbarê darvekirian wan kesan pirsan ji Serdozgerê giştî bikim.

 
Çavkaniyên ne fermî dibêjin, ew 5 girtî 2 rojane berî niha hatine lidarvekirin, lê îro sibê nûçe hat ragehandin. Sedema wêya jî vedigerînin bo vêya ku ji du rojan berî niha, telefonên Girtîgeha Êvîn a Tehranê hatibûn qutkirin.

17 girtiyên din jî li benda darvekirinê ne

Herwiha li Îranê, 17 girtiyên din ên siyasî ku piranî çalakvanên sivîl û siyasî yên Kurd in, li benda darvekirinê ne. Navê hin ji wan girtiyan ev in: Hebîbulla Letîfî (xwendekar), Rostem Arkiya, Zeyneb Celaliyan, Enwer Rustemî, Seyd Samî Husênî, Seyîd Cemal Muhemedî, Husên Xizrî, Hebîbulla Gulperîpur, Şêrko Maarfî, Mistefa Selîmî Eyluyî, Mihemed Emîn Aguşî, Reşîd Axkendî, Ehmed Puladxanî , Hesen Talî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Abdullahî, Qadir Muhammedzade, Ezîz Mihemedzade.