Friday, May 7, 2010

Wêneyê Husên Xizrî, girtiyê siyasî yê Kurd li Girtîgeha Umriyê

Wêneyê Husên Xizrî, girtiyê siyasî yê Kurd li Girtîgeha Umriyê
Wêne ji aliyê: Arif Nadirî

Wednesday, May 5, 2010

Çarenûsa Girtiyekî Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ne diyare

Dengê Azad: Girtiyê siyasî yê Kurd, Ezîz Mihemedzade ku bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin, ji Girtîgeha Navendî ya Bajarê Seqizê bo jora takekesî a destbisergeha ewlekariyê hatiye şandin û çarenûsa wê nediyar e.
Kampanyaya Berevanî ji Girtiyên Siyasî û Sivîl, di vê derbarê de raporek weşand û bal kişand ser rewşa girtiyê Kurd yê mehkûmkirî bi îdamê, Ezîz Mihemedzade û diyar dike, malbata Ezîz Mihemedzade bo şopandina rewşa lawê xwe serî li Îdara Ewlekariya bajarê Seqizê dane, lê berpirsên Ewlekariyê û Dadegha Seqizê propagandaya vêya dikin ku navbirî demekê berî niha hatiye azadkirin!
Kampanyaya Berevanî ji Girtiyên Siyasî û Sivîl, di berdewamiya rapora xwe de eşkere dike, Ezîz Mihemedzade di rewşeke pir xerab de ye û tenduristiya wî di warê cesteyî û pîskolîjîk de gelek aloz e. Rapor destnîşan dike, girtiyê Mehkûmkirî bi cezayê darvekirinê, Ezîz Mihemedzade, di tevahiya lêpirsînên xwe de red kiriye ku bi tu şeklekê peywendî ligel partiyên Kurdî yên opozîsyona dewleta Îranê hebe û li ser bêgunehbûna xwe tekez kiriye.
Çavkaniya han dide zanîn, Ezîz di mala xwe de hatiye binçavkirin û heta niha tu belgeyek li dijî navbirî nehatiye selimandim û îşkencekarên girtîgehê bi şeklên ne mirovane û ne qanûnî pê re tevdigerin.
Ezîz Mihemedzade, niha di rewşeke ne diyar de ye û metirsiya mirinê herdem gefê li jiyana wî dike.
Malbata navhatî jî çendîn car serî li sazî û dezgehên dewletê dane, lê heta niha tu agahiyek derbarê çarenûsa lawê xwe bidest nexistine.
Ezîz Mihemedzade, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Seqizê bi tometa şer ligel xwedê (Muharibe) û xebat li dijî ewlekariya netewî bi riya alîkarîkirin bi partiyên Kurd ên opozîsyona Îranê, bi sizayê lidarvekirinê hatiye mehkûmkirin.

Tuesday, May 4, 2010

Peyva hefteyê

Jiyan wek zarokekê ye ku eger hun bixwazin nerazê, divê berdewam wê mijûl bikin

Wulter

Girtiyê Kurd yê mehkûmkirî bi îdamê, Husên Xizrî di rewşeke nebaş de ye

Dengê Azad: Hat ragehandin, girtiyê Kurd yê mehkûmkirî bi îdamê, Husên Xizrî, di rewşeke pir xerab de ye, tendurustiya wî di metirsiyê de ye û ji Girtîgeha Urmiyê bo cîheke ne diyar hatiye şandin
Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan li Îranê, ragehand, Husên Xizrî ku berê ji aliyê Dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê ve bi cezayê darvekirinê hatibû mehkûmkirin, di rewşeke gelek nebaş de ye û tenduistiya wî gihaye rewşeke pir xerab. Li gor agahiyên ku li hundirê girtîgehê hatine ragehandin, Husên Xizrî ji sedî 25ê dîtina çavên xwe ji dest daye û gelek bi dijwarî dikare bibîne. Navbirî di mehên yekem yên binçavkirinê de bi dijwarî hatibû îşkencekirin, lewra roj bi roj rewşa tenduristiya wî xerabtir bûye û nehatiye dermankirin.
Ligel vê rewşa nebaş ya Husên Xizrî, berpirsyarên girtîgehê nahêlin navbirî bê dermankirin û gelek astnegan pêk tînin.
Biryara îdamkirina Husên Xizrî di Dadgeha Peydçûnê de hatiye erêkirin û berpirsên Girtîgeha Urmiyê pir car gefa rêvebirina biryarê darvekirinê ji navbirî kirine.
Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan li Îranê, di raporekê de eşkere kir, ev girtiyê Kurd yê mehkûmkirî bi îdamê di dema dagehîkirinê bê parêzer bûye û ji wî mafê xwe hatibû bêparkirin. Hat diyar kirin, demek e Husên Xizrî ji Girtîgeha Urmiyê bo cîheke ne diyar hatiye şandin û çalakvanên mafê mirovan û malbata wî nigeran in ku wî lidarve bikin.
Husên Xizrî bi tometa dijberîkirin ligel sîstema Komara Îslamî bi riya alîkarîkirin ligel Partiyên Kurdî bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin û piştî nerazîbûn li hemberê wê biryarê, Dadgeha Peydeçûnê biryar erê kiriye. Tometek ku bikarin bi hêsanî bikarin biryarên giran bi ser çalakvanên siyasî û sivîl ên Kurd li Rojhilatê Kurdistan bidin sepandin.

Nûçegihanî Li Rojhilatê Kurdistanê Karekî Dijware

Azad Kurdî
Hat ragehandin ku pirsgirêkên Avahiya Çapemeniyên Kurdistanê (Sine) roj bi roj zêdetir dibin û tu pêgehekî vê saziyê di nav civaka Kurdistanê de, bi taybet li bajarê Sine tune. Rêvebirê Giştî yê Çapemeniyên Kurdistanê, bal kişand ser pirs û pirsgirêkên nûçegihaniyê û got: “Ewlekariya pîşeyî pirsgirêka herî mezin a nûçegihanên Kurdistanê ye.”
Mihemed Letîf Husên Neseb, di semînarekê de ku roja şemî 1ê Gulana 2010an li bajarê Sine û bi beşdariya jinên nûçegihan û xwediyên rojnameyên seranserî û herîmî yên Parêzgeha Sine hat lidarxistin, wiha axifî: “Niha pirsgirêk di Avahiya Çepemeniyên Kurdistanî de gelek zêde ne, ji ber ku tu pêgeheke wê saziyê di nav civakê de tune.”
Navbirî bal kikşand ser pirsgirêkên vê dezgeha Parêzgeha Sine û wiha pêde çû: “Ji roja ku vê dezgehê dest bi çalakiyên xwe kirine, îmkanatên wê pir kêm bûne û pirsgirêkên wê heta niha jî nehatine çareserkirin û îmkanên wan pir kêm in.” Husênî Neseb herwiha behsa asta profesyonelbûna rojnamgeriyê û parastina pîvanên pîşeyî yên nûçegihaniyê kir û domand: Niha Nûçegihanên Parêzgeha Sine herî kêm li ser pîşeya xwe şarezayî hene û tenê wek çavkaniyeke dahatê bikar tînin û lêdinerin.’’
Lê bi baweriya çavdêrên siyasî û rojnamegerên serbixwe yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, pirs û pirsgirêkên nûçegihan û rojnamegerên Kurd gelek ji vêya dijwartir in û didin zanîn ku gelek asteng li pêşiya xebata rojnamevanên Kurd hene û ji her tiştî giringtir ew e ku li Rojhilatê Kurdistanê rojnamegerî ne azad e û di vê derbarê de bi dijwarî dewletê rexne dikin.

Di vê civînê de Nûçegihanên jin ên Kurd, behsa pirsgirêkên xwe kirin û bi hûrî bal kişandin ser dijwariyên karê nûçegihanî û rojnamegeriyê li Rojhilatê Kurdistanê. Pirsgirêkên wek nebûna ewlekariya pîşeyî û kar, nebûna bîmeya kar û navendên werzişî, giringî û balnedan bi jinên rojnamevan wek nîva aktîv a civaka nûçegihaniyê.



Monday, May 3, 2010

Serjimêriya Bêkariyê li Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye

Rapor: Azad Kurdî



Rêjeya bêkariyê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê zêde dibe.

Rawêjkarê Rêvebirê Giştî yê Kar û Karûbarê Civakî yê Parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, bi hinceta 1ê Gulanê konfernaseke çapemeniyê lidar xist û ragehand, serjimêriya bêkariyê li gor sala borî ji sedî 1 zêde bûye û gihîştiye ji sedî 10.5.

 
Mihemed Elwendî, ku bi helkevta Roja Kedkarên Cîhanê ligel medyayên Parêzgeha Sine bo nûçegihanan diaxivî, da xwiyakirin: “Rêjeya bêkariyê li Parêzgeha Sine li gor statîstîkên fermî yên Navenda Serjimêriya Îranê, di sala borî de ji sedî yek zêde kiriye.”


Navbirî eşkere kir: Li gor statîstîkên fermî yên Navenda Serjimêriya Îranê, di sala borî de, rêjeya bêkariyê di wê parêzgehê ji sedî 9.5 bûye, lê îsal zêde bûye û gihaye ji sedî 10.5. Serjimêriya han dide xwiyakirin ku rêjeya bêkariyê zêde bûye.”


Li her sê parêzgehên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî rêjeya bêkariyê zêde ye. Lê Îlam yek ji wan parêzgehan e ku herî zêde bêkar di asta seranserî ya Îranê de hene. Rêjeya bêkariyê li Îlamê digihe ji sedî 17.2. Li Kirmaşanê jî rêjeya bêkariyê ji sedî 15.4 e. Li Parêzgeha Urmiyê jî rêjeya bêkariyê ji sedî 8.5 e. Piraniya bêkarên Rojhilatê Kurdistanê ciwan in.

 Pirsgirêkek mezin derbarê rêjeya bêkariyê di Îranê de, ne ragehandina serjimêriyê durist ya bêkarî û pirsgirêkên din yên civakî û aborî ye. Di rûbirûbûnên televizyonî yên gera dehem ya Serokkomariyê de, mijara bêkarî û kirîzên din yên aborî û civakî nîqaşeke xurt di navbera Ehmedînejad û rikeberên wî de anî holê. Dewlet hewlê dide statîstîka bêkarî û wd... kêm rabigehîne û sazî û dezgehên ne dewletî jî naxwazin serjimêriyan veşêrin û jimarên durist bo raya giştî rabigehînin.

 Ji ber zêdebûna bêkaran û nebûna derfetên karkirinê, di salê de sedan karkerên Rojhilatê Kurdistanê diçin bajarên din yên Îranê û hezaran welatiyên Rojhilatê Kurdistanê jî niha bo kar diçin bajarên Herêma Kurdistanê.

Iqbal Rizayî, Rêvebirê Civata Karkerên Parêzgeha Sine, ragehand: “Ligel ku Parêzgeha Kurdistanê (Sine) ne pîşesaziya parêzgeke pîşesazî ye û yekeyên mezin ên pîşesazî têde tuneye, lê niha kargehên biçûk ên berhemanînê jî di vê parêzgehê de ligel metirsiya daxistinê rûbirbû ne.”


Ji ber pirsgirêkên aborî yên çend salên borî, zêdeyî 30 kargeh li Rojhilatê Kurdistanê hatine daxistin yan ligel metirsiya girêdanê rûbirû ne. Di her kargehekê de zêdeyî 10 kedkarên Kurd kar dikirin ku hemû hatine bêkarkirin. Rêvebirên van kargehan daxwaz ji sazî û dezgeh û karbidestên Komara Îslamî kirin, di vê derbarê de alîkariya wan bikin, da ku pirsgirêkên wan bên çareserkirin, lê heta niha bersiva erênî nedane tu yek ji wan xwedî karan û ew rêjeya zêde ya karkeran jî betal mane.

Sunday, May 2, 2010

Xwendekara Kurd Sirwe Weysî bo Dadgehê hat vexwendin

Dengê Azad: Sirwe Weysî ya 23 salî, ku xwendekara Rêvebiriya Werrzişî ya Zanîngeha El Zehra ya Tehranê ye, dubare bo Dadgehê hat vexwendin û li dijî wê lêpirsîn dat destpêkirin.
Sirwe Weysî ku keçeke Kurd ya Merîwanî ye, roja çeşema borî bo şaxê Serdozgeriya Girtîgeha Êvîn a Tehranê hat vexwendin û li wir bê hebûna parêzer ket bin lêpirsînê. Lêkolerê Serdozgeriyê wek carên berê, tometên pêkanîna civînan û çalakî li dijî sîstema Komara Îslamî rûbirûyê vê xwendekara Kurd kiriye.
Tometên bê bingeh ku Sirwe Weysî berê jî ew red kirine.
Hêjayî gotinê ye, Sirwe Weysî di payîza sala borî de ligel Leyla Mihemedî, Pexşan Ezîzî û çar xwendekarên din di civîna nerazîbûna sivîl û aştîxwazane ya xwendekarên Kurd ên zanîngeha Tehranê li hemberî biryara lidarvekirina Êhsan Fetahiyan hatin binçavkiirn û 25 rojan di jora takekesî de bûn. Di dema wan 25 rojan de, Sirwe Weysî û hevalên xwe ketine ber îşkenceyên herî dijwar ên cesteyî û derûnî û piştre jî 84 rojan di hepsa giştî ya girtîgehê de man.

Sirwe Weysî niha bi dana rehînê hatiye azadkirin.