Sunday, December 18, 2011

Ambargoyên aborî û lêgerên cidî

Azad Kurdî

Di hefteya borî de weşandina rapor û biryarnameya 2 saziyên navneteweyî derbarê domandina bernameyên etomî yên Komara Îslamî ya Îranê û herwiha binpêkirina mafê mirovan li Îranê, pêvajoya zext û guşarên xurt ên dîplomatîk û ambargoyên aborî li dijî hikûmeta Îranê xist nava qonaxek nû û niha Komara Îslamî ligel lêgerên cidî rûbirû bûye.

Piştî ku Ajansa Navneteweyî ya Vejena Etomê (IAEA) rapora dawî ya xwe ya taybet bi meha Novembra 2011’an derbarê berdewamiya Komara Îslamî li ser bernameyên etomî yên xwe hate belavkirin, pêvajoyek nû a ambargoyên navneteweyî di warê aborî û dîplomatîk li ser Komara Îslamî ya Îranê hatin destpêkirin û rojava dixwaze gavên cidîtir di vê pêvajoyê de bavêje. ‘IAEA’ di rapora xwe ya dawî de nigeraniya xwe ya kûr derbarê çalakiyên navikî yên Komara Îslamî bi awayekî nehênî daye xuyakirin û ligel ku vê carê jî daxwaz ji Tehranê kiriye bi vê saziyê re alîkariyê bike û bernameya xwe ya etomî zelal bike, lê car din rayedarên Komara Îslamî rapora han bê bingeh dan zanîn û henekên xwe pê kirin, amade nebûne ligel IAEA bikevin nava alîkariyan.

Herçiqas çend sal e Rojava ji ber pirsgirêka etomî ya Îranê, bal û giringiyek zêde nedaye pirsa binpêkirina sîstematîk a mafê mirovan li Îranê û ti gavên pratîkî di vî warî de ne avêtine, lê belavkirina biryarnameyek nû di 21’ê Mijdara 2011’an de ji aliyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ve li ser binpêkirina berfireh a mafên xelkê Îranê ji aliyê Komara Îslamî ve, car din bala raya giştî kişand ser vê rewşê û hevdem ligel ambargoyên aborî li dijî Îranê, niha pirsa binpêkirina mafê mirovan jî ketiye rojevê.

Amerîka, Kanada û Birîtanya bisryar dane ku bo yekemîn car pîşesaziya petroşîmî ya Îranê û Banka Navendî ya Komara Îslamî jî bixin ber ambargoyan û dorpêçên li ser pîşesaiya petrol û gaza Îranê xurtir bikin. Kar gihîştiye cihekê ku Wezîrê Xizînedariya Amerîka Timoty Gaytner di konferansa çapemeniyê de ya bi Hillary Clinton re ragehand, bo cara yekemîn hemû sîstema bankî ya Îranê û Banka Navendî jî di nav de, dikevin ber ambargoyan û dan û stanîn bi Îranê re tê wateya piştgirîkirin ji terorîzmê! Ev hewildanên dîplomatîk û gavên pratîkî yên hikûmeta Obama di demekê de ne, ku hikûmeta wî li navxwe bi rexneyên cidî re rûbirû ye ku ligel Komara Îslamî nerm tevdigere û ti gavan navêje. Loma Amerîka ji ber rexneyên berdewam û nerazîbûnên cidî dest bi liv û tevgerên nû û lezgîn kiriye ji bo meşandina ambargoyan li dijî Îranê, bi taybet li ser sektora vejenê.

Bîst û heft welatên endamên Yekîtiya Ewrûpa jî xwe amade dikin ji bo meşandina ambargoên nû li dijî Îranê û roja pêncşem, 1’ê Kanûna 2011’an, karbidestên 27 welatên endam ên YE’ê li Brukselê di vê derbarê de dicivin.

Lê di vê pêvajoyê de, helwestên Rûsya û Çînê cihê baldanê ye, ew du welat ji ber berjewendiyên aborî û dan û stanên zêdetir bi Îranê re, ne amade ne ligel dewletên mezin ên navneteweyî bibin alîkar û naxwazin Îran bikeve ber ambargoyan. Ev du welat niha wek hevpeymanên Îranê di vê pêvajoyê de tên hesibandin. Ligel ku Rûsya û Çîn baş ku dizanin Komara Îslamî berevajî qanûnên navneteweyî tevdigere û bernameyên gumanbar ên navikî û binpêkirina mafên mirov li Îranê bi awayekî sîstematîk tê meşandin.

Bi baweriya min, hewildanên ku niha Amerîka, Birîtaniya û Kanada destpêkirine û YE’ê jî tevlî dibe, ji ber liv û tevgerên serberedayî û ne parastina rêbaz û qanûnên navneteweyî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê dê zêdetir bin. Rêya herî baş ku vê gavê Rojava ji bo zext û guşarxistin bo ser hikûmeta Îranê bikar tîne û dimeşîne, ambargoyên berdewam û xurttir in, loma wisa tê çaverêkirin ku ambargo û xezt di pêşerojê de zêdetir bibin.

Nerînên cuda derbarê bandora ambargoyên navneteweyê li ser Îranê tên diyarkirin. Gelek dijwar e ku xurtbûna amabargoyan bikare liv û tevgerên Komara Îslamî bide guherandin, ji ber ku ligel cewher û felsefeya bingehîn ên îdeolojiya vê rejîmê li hev nayê. Lê bi raya min belkî domandina ambargoyan bi awayekî rûyekî bandorê nekin ser reftar û tevgerên rejîma Komara Îslamî, lê bi lawazbûna aboriya Îranê, Komara Îslamî nikare bernameyên xwe bi başî bimeşîne û ligel lêgerên cidî rûbirû dibe. Ji aliyekî din, ji ber zext û amabargoyan, nerazîbûna xelkê di hundir de zêdetir dibe. Ger zext û givaşên aborî li ser xelkê zêdetir bûne– ku roj bi roj zêdetir dibin – û Komara Îslamî pitir bikeve nav pêvajoya baykotên siyasî û dîplomatîk, vêna bandorek rasterast dike ser rewayî û berheqiya vê hikûmetê û egera serhildan û xwepêşandên mezin di navxweyê welat de tê kirin. Lê pirsa herî berçav ev e ku niha jî neteweyên Îranê bi giştî jiyanek gelek dijwar derbas dikin û pirsgirêkên aborî jiyana civatên xelkê ligel lêgerên xurt re rûbirû kiriye.

çavkanî: Duheftînameya Agirî hejmar 172